Here naverokê

Gun

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gun endamek ji koendama zaûze ya nêran e.

Gun (bi înglîzî: testis) cotek endamên zaûzê yê nêran e, sperm û hin hormonên nêrê di gunan de tên çêkirin[1].

Di laşê korpeleyê bi temenê 43 heta 50 rojî de gun peyda dibin. Herwisa di heman demê de spermeborrîk (bi înglîzî: seminiferous tubules) jî di nav gunan de diperisin. Sperm di spermeborrîkan de dirist dibin. Di temenê 9 heta 10 heftan de di gunan de xaneyên Leydig (bi inglîzî: Leydig cells) dest bi berhemkirina hormona testosteron dikin. Xaneyên Leydig di bestereşaneya navbera spermeborrîkan de cih digirin[2]. Derdana testosteron, di laşê korpeleyê de çêbûna çûk (penîs) û tûrikê gun rêk dixe[2].Gunên korpeleyê di zikekelênê de diperisin, du meh berê zayinê herdu gun ber bi jêr ve dilivin û dikevin nav tûrikê gun. Tûrikê gûn, ji kîsekek bi çerm dapoşî pêk tê û ji berranê ber bi derve daliqandî ye. Erkê serekî yê tûrikê gun hênikkirina sperman e[3]. Pileya germiya gunan ji pileya germiya zikekelênê bi qasî sê pile kêmtir e. Rûyê navî yê tûrikê gun bi lûsemasûlkeyan dapoşrav e, ango derdora herdu gunan de çînek lûsemasûlke heye[4]. Masûlkeyên tûrikê gun, ji bo rêkxistina germahiya gunan, bi girjbûn û xavbûnê gunan ji laş dûr dixin an jî ber bi laş ve dikişînin. Heke hawirdor sar be, masûlkeyên tûrikê girj dibin, tûrikê gun diqurmiçe û teng dibe, gun ber bi laş ve tên kişandin. Bi vî awayê gun germahiya laş dimijîne û xwe ji sermayê diparêze. Heke germahiya gunan ji pileya asayî bilindtir be, ango hawirdora gunan germ be, vê gavê masûlkeyên tûrikê gun xav dibin, tûrik fire debe, gun ber bi jêr ve tên daliqandin û ji laş dûr dikevin. Bi vî awayê germahiya gunan belavî hawirdorê dibe û dadikeve asta pileya asayî[5].

Gun ji spermeborrîk û xaneyên Leydig pêk tê.

Gun bi şeweyê helkeyî ne. Dirêjiya her gunek bi qasî 4.5 cm, firehiya wî 2.5 cm û stûriya wî jî bi qasî 3 cm e[6].Gun ji du beşên serekî pêk tê; spermeborrîk û xaneyên Leydig. Xaneyên Leydig di navbereşaneyê de cih digire, navbereşane (bi înglîzî: interstitial tissue) torek bestereşaneyê ye. Navbereşane li gel xaneyên Leydig, gellek mûlûleyên xwînê û mûlûleyên lîmfê jî lixwe digire. Hormonên di xaneyên Leydig de tên berhemkirin, bi navbeynkariya mûlûleyên xwînê belavî laş dibin. %90ê giraniya gunan ji spermeborrîkan pêk tê[7].

Gun bi sê çînên serekî dapoşî ne;

Çîna vajînalî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîna vajînalî (bi latînî: tunica vaginalis) çîna derveyî ya gunan e û ji du perdeyan pek tê. Perdeya derve bi rûyê navî yê tûrikê gun ve, perdeya navî jî bi çîna sipîkê ve girêdayî ye. Bi vî awayê livîna gunan di nav tûrikê de hêsantir dibe[8].

Çîna sipîk (bi latînî: tunica albuginea) di bin çîna vajînalî, li derdora gunan de cih digire. Çîna sipîk ber bi nav gunan de dirêj dibe, bi navbeynkariya navbiran, gunan dabeşê pilokan (bi înglîzî: lobules) dike[9]. Di gunek de bi qasî 200-300 pilok heye[8]. Di nav pilokan de spermeborrîkên bi hev pêçayî cih digirin. Di navbera spermaborîkan de xaneyên Leydig, hormona testosteron berhem dikin û der didin. spermeborrîkên gunê, li aliyê jorê gun de kom dibin û borîkeyek 6 metreyî ya li ser hev pêçayî peyda dikin. Ev pêkhate wekî aloze (bi înglîzî: epididymis) tê navkin[6].

Çîna lûledar

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çîna lûledar (bi latînî: tunica vasculosa), çîna navî ya gunan e, ji bestereşane û tora lûleyên xwînê pêk tê[6].

Du erkên serekî yên gunan heye; berhemkirina sperm û berhemkirin û derderdana hormona testosteron. Ji ber derdana sperm û hormon, gun wekî rijênê zaûzê tê navkirin. Çalakiya gunan bi hankirina du hormonên hîpofîzê; hormona FSH û hormona LH ve dest pê dike[10]. Ev herdu hormon li gor bandora wan a li ser laşê mêyan hatine navkirin, lê pêkhateya wan a kîmyayî di laşê nêran de jî heman e[4]. FSH wekî ‘’hormona handerê çikildanê ‘’, LH jî wekî ‘’hormona handerê tenê zer’’ tê navkirin. Hormona handerê çikildanê (FSH) di spermeborrîkeyan de çêkirina sperman han dike. Ji temenê pêgihîştinê heta mirinê, di gunan de her roj bi sedan milyon sperm tên çêkirin[11]. Li gel FSH, hormona testosteron jî bondor li ser geşebûn û dabeşbûna xaneyên bineretî yên sperm dike[12].Bi gelemperî, heta temenê pêgihîştinê, asta rejeya testosteron di laş de nizm e. Di temenê 10-13 salî de ji ber hankirina hormonên FSH û Lhê rêjeya testosterona nav xwînê bilind dibe[12]. Testosteron dibe sedema hin guherînan di laşê nêran de. Girbûna çûk (penîs) û gunan rû dide. Rî, simbêl, mûyên li sing, zik, mil û çîpên xortan hê pirtir diguherin û dibin mûyên mayînde. Li binçeng û derdora endamê zayendê de mû derdikeve. Dengê nêran berz û qalind dibe, qebareya peykeremasûlkeyên laş zêde dibe bi vî awayê bejnûbala nêran diguhere bo şêweyê xwe yê asayî.

  1. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  4. ^ a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  5. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  7. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  8. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  9. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  10. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  11. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</re. Hormona handerê tenêzer (LH) xaneyên Leydig hander dike bo çêkirin û derdana hormona testosteron<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  12. ^ a b Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.